Êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê didomin: 11 kesan jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê welêt de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê welêt de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya wezaretê de hate diyarkirin ku Îsraîlê li ser 3 herêmên navçeya Sur a li Başûrê Lubnanê êrîş pêk anîn û di encamê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de xebatkarekî tenduristiyê û welatiyekî Sûriyeyî jî hene.
Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku di êrîşan de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan ku xebatkarekî tenduristiyê jî nav de bû.
Wezaretê destnîşan kir ku êrîş hiqûqa navneteweyî ya têkildarî parastina xebatkarên tenduristiyê, binpê dike.